| Titre : |
Gazîya welat |
| Type de document : |
texte imprimé |
| Auteurs : |
Evdirehîm Rehmî Hekarî, Auteur ; Sedat Ulugana, Compilateur |
| Editeur : |
Diyarbakir [Turquie] : Lîs |
| Année de publication : |
2016 |
| Importance : |
77 p. |
| ISBN/ISSN/EAN : |
978-605-9014-84-7 |
| Langues : |
Kurde (kur) |
| Mots-clés : |
Littérature. Poésie |
| Index. décimale : |
0922 Wêjeya nivîskî, helbest | Litt. écrite, poésie | Written literature, poetry | ئەدەبیاتی نووسراو، هۆنراوە |
| Note de contenu : |
E. Rehmî Hekarî - Helbestvan û nivîskarê navdar ê weltparêz, di sala 1890’î de li navçeya Elbaka Wanê hatiye dinyayê. Hem ji alîyê bav hem ji alîyê dêya xwe ve ji binemalên mezin ê qedîm ên Hekarîyê ye. Xwendina xwe ya seretayî li Elbakê, ya navîn li Wanê û ya bilind jî li Stenbolê di Zanîngeha Teolojîye de temam kiriye. Ebdurehîm Rehmi Hekarî, hem ji binemaleke oldar hatiye, hem jî wî bi xwe xwendina olî dîtiye. Ji ber vê xwendina olî û her wiha jîrî û zanyarîya xwe ya takekesîtî, li Tirkîye bûye teologekî navdar. E. Rehmî, hem berî dîlîya xwe li Kurdistan û Stenbolê û hem jî di demên dîlîyê de li Ûrisatê xebata nivîskarî û hîndekarîya olî dike. Lê belê; piştî vedigere Stenbolê di nava kar û xebata Kurdayetîyê de cih digre.
Ji destpêkê heta dawîyê di Kovara Jînê de (1918-1919) dinivîse. Her wiha tevî xebata pratîk a polîtîk jî dibe û digel ronakbîrên navdar ên wê demê weke Emîn Alî Bedirxan, Seyid Evdilqadir Geylanî, Seîdê Kurdî, Memdûh Selîm Begê, Evdilwahid Berzencî û hwd. dibe endamekî karîger ê “Komeleya Pêşketina Kurdistan” û “Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî”. Ebdurehîm Rehmî Hekarî yê ku xezûrê nivîskar Musa Anter e di 9'e Sibatal 958’an de li Stenbolê çûye ser dilovanîya xwe û li wê derê hatiye veşartin. |
| Alphabet utilisé : |
Latin |
| Permalink : |
https://pmb.institutkurde.org/opac_css/index.php?lvl=notice_display&id=4762 |
Gazîya welat [texte imprimé] / Evdirehîm Rehmî Hekarî, Auteur ; Sedat Ulugana, Compilateur . - Diyarbakir [Turquie] : Lîs, 2016 . - 77 p. ISBN : 978-605-9014-84-7 Langues : Kurde ( kur)

|  |