| Titre : |
Dêrsîm destan |
| Type de document : |
texte imprimé |
| Auteurs : |
Adîl Duran, Auteur ; Mehmed Uzun, Préfacier, etc. |
| Editeur : |
Spånga [Suède] : Çanda Nûjen |
| Année de publication : |
1996 |
| Importance : |
105 p. |
| ISBN/ISSN/EAN : |
919722474 |
| Langues : |
Kurde (kur) Kurde septentrional (kurmancî) (kmr) |
| Mots-clés : |
Littérature Contes Poésie |
| Index. décimale : |
0922 Wêjeya nivîskî, helbest | Litt. écrite, poésie | Written literature, poetry | ئەدەبیاتی نووسراو، هۆنراوە |
| Note de contenu : |
Piştî serhildan û berxwedana Dêrsimê, 1936-38, gava bi deh hezaran kurdên Dêrsimê hatin kuştin û bi deh hezaran jî hatin surgun kirin, desthilatên nû yên Tirkîyê simbêlên xwe badan û gotin; "Me Dêrsim kola û ew gorî axê kir..." Lê wan xwe dixapandin. Rast e, Dêrsimê, bûka nazenîn a Rojhelatê, reşa xwe girêda û li şînê rûnişt, zimanê xwe jêkir, lal û bêdeng hêstîr barandin. Ev hemû rast in. Lê Dêrsim nebû gor û goristan, nebû welatê lal û koran, nebû axeke stewr, nêbû daristana mirî ya bûm û kundan. Di bin perda reş û şinê de , Dêrsim bû destanek û mal bi mal, war bi war geriya, ji nifşekî veguhezî nifşekî nû. [...]
Iro, bi qasî 50 salan bi dû serhildan, berxwedan û qetliyama Dêrsimê re, zarokên Dêrsimê rahijtine pênûsê û serpêhatîyên Dêrsima kahnîya jîyanê, kehnîya janê, diniwîsin. Zarok û neviyên serekên Dêrsimê Seyid Riza, Elişêr, Hesen Heyri, Nurî Dêrsimî û yên din, îro bi gotinên xwe yên mîna lûlû, hal û hewalên Dêrsimê tînin ziman û salix didin. Kemal Burkay, Mustafa Duzgun, Haydar Işik, Riza Çolpan û lawên din yên Dêrsimê bi berhem û eserên xwe, Dêrsima kû desthilatan bawer dikir kû êdê ji bîr bûye, ji nû ve derdixin ronahiyê. Sitran û destana kû di bin perda reş a şinê dê dihate gotin, direşinin ser kaxizên spî şahidî li tarixa bi xwin dikin û wê tarixê bi me digihînin. Ew tarîxa Dêrsimê hem ji bîrbûnê hem ji tarîx bûnê rizgar dikin û wê dikin beşekî jîndar û jîyana îro ya kurdan -- Mehmet Uzun (Extrait de l'introduction) |
| Alphabet utilisé : |
Latin |
| Permalink : |
https://pmb.institutkurde.org/opac_css/index.php?lvl=notice_display&id=5570 |
Dêrsîm destan [texte imprimé] / Adîl Duran, Auteur ; Mehmed Uzun, Préfacier, etc. . - Spånga [Suède] : Çanda Nûjen, 1996 . - 105 p. ISSN : 919722474 Langues : Kurde ( kur) Kurde septentrional (kurmancî) ( kmr)

|  |