| Titre : |
Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê |
| Type de document : |
texte imprimé |
| Auteurs : |
Fawaz Husên, Auteur |
| Editeur : |
Istanbul [Turquie] : Avesta |
| Année de publication : |
2025 |
| Importance : |
118 p. |
| ISBN/ISSN/EAN : |
978-62555-35405-- |
| Langues : |
Kurde (kur) Kurde septentrional (kurmancî) (kmr) |
| Index. décimale : |
0923 Wêjeya nivîskî, roman & kurteçîrok | Litt. écrite, roman & nouvelle | Written literature, novel & short story | ئەدەبیاتی نووسراو، ڕۆمان Ùˆ کورتە ڕۆمان |
| Résumé : |
Sibeha rojeke havînê, kurdek li Parîsê ji xew radibe û dibîne ku bûye heftê salî! Ew nizane çawa bawer bike û di wan mehên havînê de, ew bi kûrahî li ser têgeha hebûn û nebûnê, ciwanî û pîrbûnê, jiyan û mirinê, diponije. Kurdê ku xwe derbider dibîne giraniya xwe berdide ser serpêhatiyên xwe. Ew digihêje baweriyekê ku di demên pir dijwar de, ew dikare xwe bispêre hizr û ramanên kesên hişmend û zana wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Kavafîs, Emil Cioranê rûmanî, Gabriel Garcia Marquezê kolombî û gelek hozan û hunermendên çi kurd çi biyanî. Ew wan ji xwe re dike rêber û li wan vedigere wek çawa berê karwanên li deşt û sehrayan bi saya stêrên asimanan rê û çîhera xwe didîtin.
Di heftê saliya xwe de, kurdê li Parîsê biryara xwe dide ku ew dê herdem wek xwe bimîne. Ew dê li bexçeyan heyranê gulên bûkûzava be, û li asimanan evîndarê hechecîkên asimanan be. Paşê, ew xwe bi tenê nabîne çunkî zaroktiya wî ya li gundekî ji Rojava û xortaniya wî ya li kêlekên çemê Parîsê dê werin serdana wî. Ew dê bibin wek du pisîkên Wanê, du pisîkên spî û bi çavên bi rengên ciyêwaz û ew dê bên li ser sînga wî bikin xirepiş û norenor.
Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê berhevoka bîr û baweriyên nivîskarê xwe ye. Ew dîtina wî ye li ser sirgunê ye, li ser barê salan, wateya jiyanê û kêfxweşiya ku yek dikare bibîne eger bi dilê xwe li dîmenên piçûk ên derdora xwe tamaşe bike.
Fawaz Husên ji gundê Kurdo ye, li Amûdê xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û navîn dixwîne. Ew ji sala 1978an li Parîsê dijî û bi zimanê kurdî û fransî dinivîse.(Quatrième de couverture) |
| Permalink : |
https://pmb.institutkurde.org/opac_css/index.php?lvl=notice_display&id=16492 |
Havîna Feremerzê Hejarî li Parîsê [texte imprimé] / Fawaz Husên, Auteur . - Istanbul [Turquie] : Avesta, 2025 . - 118 p. ISBN : 978-62555-35405-- Langues : Kurde ( kur) Kurde septentrional (kurmancî) ( kmr)

|  |